Mazlûm Ebdî: Derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê rê li ber qonaxeke nû vedike

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî biryara derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê bi gaveke girîng li ser rêya sererastkirina têkiliyên navneteweyî û qonaxeke nû ya istiqrar û geşkirinê bi nav kir.

Mazlûm Ebdî: Derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê rê li ber qonaxeke nû vedike
25 tebax, 2026   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê biryara DYA‘yê ya derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X‘ê weşand.

Mazlûm Ebdî di daxuyaniyê de got: "Em pêşwaziya biryara derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê dikin. Ev biryar gaveke girîng li ser rêya sererastkirina têkiliyên navneteweyî ye û rê li ber qonaxeke nû ya istiqrar, geşkirin û xebata ji bo siberoja welatê me vedike. Her wiha destkeftiyeke ku hêviyên gelê me yê di ewlehî, aştî û geşkirinê de pêk bîne."

(bb)