Şêniyên Girkê Legê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî esasê serketina pêvajoya aştiyê ye

Şêniyên bajarê Girkê Legê dan zanîn ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gavên pratîk û cidî bên avêtin, destpêka wê jî divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Hebûna Rêbertî ya derveyî girtîgehê û beşdariya wî ya yekser di nava pêvajoyê de wê rêya diyalogê bighîne qonaxeke nû ya aştî û istiqrarê.

Şêniyên Girkê Legê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî esasê serketina pêvajoya aştiyê ye
20 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şêniyên bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn. 

Şewket Mislim da zanîn ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye ji bo gelên Rojhilata Navîn rêyeke girîng e, tişta ku Rêbertî di salên berê de pêşkêş kiriye ti alî pêşkêş nekiriye, ji ber vê yekê divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were.

Şewket Mislim diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be û bi awayeke yekser beşdarî qonaxên pêvajoya aştiyê bibe, hebûna Rêbertî ya di girtîgehê de ne li gorî tişta ku pêvajo dixwaze ye, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî wê gaveke sereke ya pêkanîna aştiyê be.

Mihemed Elî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê jî, gelê Kurd azadiya Rêbertî wekî bingeh ji bo pêvajoya aştiyê dibînin, ji bo xwegihandina çareseriyeke mayînde divê bi awayeke yekser beşdarî pêvajoyê bibe.

Selma Îbrahîm diyar kir ku gava yekemîn a ku divê dewleta Tirkiyeyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê bavêje, gava misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Selma Îbrahîm da zanîn ku gava aştî û diyalogê ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, ji ber vê yekê ji bo serkeftina pêvajoyê divê Rêbertî ji girtîgehê derkeve, pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê rêya qonaxeke nû ya diyalog û lihevkirinê veke.

(sb)

ANHA