Ukraynayê cenazeyên 528 leşkeran wergirtin

Ukraynayê cenazeyên 528 leşekerên xwe yên di şerê li dijî Rûsyayê de hatine kuştin, wergirtin.

Ukraynayê cenazeyên 528 leşkeran wergirtin
16 gulan, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Kar û Barên Dîlgirtiyên Şer a Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê cenazeyên 528 leşkerên xwe yên di şerê li dijî Rûsyayê de hatine kuştin, wergirtin.

Navendê daxuyand ku ekîbên lêkolîn û pisporan dê ji bo diyarkirina nasnameyên kuştiyan bixebitin.

Serokê DYA'yê Donald Trump hefteya borî ragihandibû ku agirbesteke 3 rojan di navbera Rûsya û Ukraynayê de çêbûye da ku hezar dîlgirtî werin berdan.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştrast kir ku pevguhertina girtiyan wek “qonaxa yekem a lihevkirinên ku vê dawiyê hatine ragihandin” şîrove kir.

(bb)