Trump Tom Barrack wek nûnerê serokatiyê yê Sûriye û Iraqê tayîn kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku Balyozê Washingtonê li Tirkiyeyê Tom Barrack wek nûnerê taybet ê serokatiyê ji bo Sûriye û Iraqê hatiye tayînkirin.

Trump Tom Barrack wek nûnerê serokatiyê yê Sûriye û Iraqê tayîn kir
31 gulan, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser platfroma xwe ya Truth Social postek parve kir. Trump di posta xwe nivîsî ku "Ez kêfxweş im ku radigihînim ku Balyozê DYAˊyê li Tirkiyeyê, Tom Barrack ê ku karekî berbiçav kiriye, dê wek nûnerê taybet ê serokatiyê ji bo Sûriyeyê û her wiha ji bo Iraqê were tayînkirin. Ev tayînkirin dema ku em hevkariya xwe ya stratejîk bi hikumetên Sûriye û Iraqê re xurt dikin, pêk tê. 

Trump di dewama nivîsa xwe de got: "Tom dê di rola xwe ya wek Balyozê li Tirkiyeyê de berdewam bike û dê bi piştgiriya tevahî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê bixebite."

Di dawiya de Trump wiha anî ziman: "Em karê ku Tom kiriye û amadebûna wî ya berdewam ji bo xizmeta welatê me, pir teqdîr dikin."

(fr)