Li Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê şewatek çêbû

Li Nexweşxaneya Gel a bajarê Qamişloyê şewatek sînordar çêbû, tu zirar çênebûn, tu beş ji xizmetê derneketin.

Li Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê şewatek çêbû
31 gulan, 2026   16:38
QAMIŞLO

Gerînendeyê Nexweşcaneya Gel a bajarê Qamişloyê Dr. Ciwan Hemê daxuyand ku şewatek sînordar li beşa nûjdariya hestî derket.

Hemê da zanîn ku serlêdanekî dûvikê çixareya xwe avêt dawiya korîdorekê, li wir karton hebûn, şewat derket. Di encama şewat hat kontrolkirin û zirar çênebûn.

Hemê da zanîn şewatê bandor li rêveçûna xebata nexweşxaneyê nekir û destnîşan kri ku beşa klînîkên derve ji xizmetê derneketin û xizmetên xwe bi awayekî normal dimeşînin.

(fr)

ANHA