Trump: Em nêzî rizgarkirina Rojhilata Navîn ji gefên Îranê ne

Serokê DYA'yê got “nêzî qedandina gefa Îranê û rûxandina hêza wê ya leşkerî ne”. Her wiha banga tevlêbûna Peymanên Îbrahîm li welatan kir.

Trump: Em nêzî rizgarkirina Rojhilata Navîn ji gefên Îranê ne
28 adar, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh got, DYA'yê ji her demê bêhtir nêzî “rizgarkirina Rojhilata Navîn ji gefa Îranê” ye û anî ziman ku welatê depoyên mûşekên Îranê û binesaziya wî ya parastinê dirûxîne.

Trump di foruma veberhênanê ya li Miamiyê de got, artêşa DYA’yê ya herî bihêz a cîhanê ye û Îran êdî nikare mîna berê rola "zordar" li herêmê bilîze.

Donald Trump her wiha nerazîbûn nîşanî hin welatên NATO'yê da ku têra xwe desteka diravî pêşkêş nekirine û got: "Washingtonê ne mecbûr e li kêleka NATO'yê bisekine."

Trump bal kişand ser rola welatên Kendavê di rûbirûna gefên Îranê de û hêvî kir ku Erebistana Siûdî û welatên din tev li Peymanên Îbrahîm bibin. Her wiha anî ziman ku “Rojhilatê Navîn şahidiya guhertinên mezin dike ku ber bi siberojeke ewletir ve diçe”.

(bb)