Artêşa Îsraîlê: Mûşekek ji Yemenê hat avêtin

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku ji dema destpêka şerê li dijî Îranê (28 Sibat 2026) ve, cara yekemîn e mûşek ji aliyê Yemenê ve avêtin Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê: Mûşekek ji Yemenê hat avêtin
28 adar, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X'ê weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hat parvekirin "Mûşekek ji Yemenê ber bi xaka Îsraîlê ve hat avêtin, hat tesbîtkirin. Pergala parastina hewayî bersiva êrişê da."

Berdevkê Hûsiyan duh êvarî gotibû, eger şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê an welatên "Eniya Berxwedanê" dewam bike, dê destwerdana leşkerî ya rasterast bike.

(bb)