Tevgerên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê rojeva rojnameyên erebî ne
Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li herêmên dagirkirî, tevgerên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê û geşedanên li Îranê nivisîn.
Der barê rewşa li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Tirkkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê" weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin: "Dema mirov bi rêya deriyên li bakurê Helebê ji Tirkiye derbasî Sûriyeyê bibe, şaş dimîne ji ber ku li her bendeke kontrolê ya leşkerî yan jî saziyeke xizmetguzarî û rêveberî ala Tirkiyeyê bala mirov dikişîne. Nîşaneyên li ser rêya bi zimanê tirkî hatine nivisîn. Lê belê mirov dizane li Sûriyeyê ye ji ber ku ferqeke diyar di binesaziyê de di navbera her du aliyan de heye. Her wiha qedexekirina nîşenayan bi zimanê erebî li aliyê Tirkiyeyê û zimanê Tirkî li aliyê Sûriyeyê dê bala her kesî bikişîne."
TIRKIYE NEKARÎ YNK`Ê BIKIŞÎNE ALIYÊ XWE
Der barê rewşa li Başûrê Kurdistanê de rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de cih da tevgerên Tirkiyeyê. Rojnameyê diyar kir ku hewldanên Tirkiyeyê ji bo ku xwe nêzî hevkarê herî mezin ê birêvebirina Başûrê Kurdistanê li rex Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bike bi ser neketin, ji ber ku partî dev ji rêgeza xwe ya serweriyê berneda ku berovajî siyaseta Enqereyê ye ya ku tundiyê û fişarê li dijî kurdên li herêmê dimeşîne.
Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Iraqê, destnîşan kir ku PDK`ê navbeynkarî di navbera Enqere û YNK`ê de kir lê bi ser neket, ji ber ku rêveberiya partiyê siyaseta fişarkirinê û tawanên endamên hikumeta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî endamên partiyê, red kir. Li gorî rojnameyê Tirkiye bi vê siyasetê dixwaze helwesta YNK`ê nerm bike û nehêle têkiliyên hevseng bi hêzên kurdî û nîştimanî re çêke di nav de QSD`ê heye.
Rojnameyê di nûçeya xwe de anî ziman ku Tirkiye dixwaze YNK`ê bikişîne aliyê xwe ji bo ku piştgiriya êrişa wê ya li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike.
GELO ÎRAN JI PÊKANÎNA HÊVIYÊN XWE YÊN NUKLEERÎ NÊZÎK BÛYE?
Girêdayî rewşa Îranê tora El Hura diyar kir ku li gel şerê li Xezayê, êrişîn milîsên Îranê li herêmê gelek çavdêran der barê bernameya nukleerî ya Îranê de pirs derxistin pêş, gelo hewldanên wê ji bo dewlemendkirina uranyumê gihaştine ku derê? Gelo ji çêkirina çekekî nukleerî nêzîk bûye?
Torê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi ku Îran, ruxmî fişarên NY`yê lê belê dewlemendkirina uranyumê ji pêdiviyên bikaranîna nukleerî ya bazirganî zêdetir, didomîne û dixwaze meha bê serdana Tehranê bike.
(şx)