Çalakiy li Gir Zîro bi teqezkirina berxwedanê bi dawî bû

Çalakiya li Dêrikê piştî 3 rojan bi teqezkirina berxwedanê li hember êrişan bi dawî bû.

Çalakiy li Gir Zîro bi teqezkirina berxwedanê bi dawî bû
Çalakiy li Gir Zîro bi teqezkirina berxwedanê bi dawî bû
3 ÇILE, 2024   14:32
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundên kantona Cizîrê ev sê roj in li stasyona Gir Zîro di nava çalakiyê de ne. 

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Kanûnê ve êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de binesaziya herêmê, navendên stratejîk, bendên kontrolê bombebaran kirin û di encamê de 10 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 80 hezar xwendekar ji xwendinê bûn, zirarên mezin li mal û milkên welatiyan hatin.

Di roja sêyemîn û dawîn a çalakiyê de endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Fatme Hacî daxuyaniya Însiyatîfa Gel xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk êriş herêmê dike û sûcên şer dike.

Her wiha hate diyarkirin ji bo şikandina êrişan, xweparastina li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî gelek girîng e û soza berdewamkirina xeta berxwedanê û avakirinê hate dayîn.

(şx)

ANHA