Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Sîpan (Mihemed Mistefa El Mihemed) bi merasîmekê li Tirbespiyê hat oxirkirin.

Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hat oxirkirin
27 tebax, 2026   13:56
QAMIŞLO

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Sîpan (Mihemed Mistefa El Mihemed) yê ku 9‘ê Çileya îsal (2026) de di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr ya gundê Dugir hat veşartin. Bi sedan şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de wêneyên şehîd Mihemed, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Merasîm ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo axivî û got : "Em fedakriya şehîdên tu carî ji bîr nakin, em ê her dem şopdarên rêya wan bin."

Ebdo destnîşan kir ku ew ê xwedî li nirxên ku şehîdan bi dest xiste derkevin û bîranînên wan dê zindî bihêlin.

Bi navê Kongra Îslama Demokratîk Mele Îbrahîm Îsa diyar kir bi saya berxwedana şehîdan ew li ser axa xwe dijîn û got: "Divê em kêlî bi kêlî şehîdên xwe bi bîr bînin û li kêleka malbatên xwe ên şehîdan bisekinin."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr jî anî ziman ku ew ê tu carî fedakariya şehîdên xwe ji bîr nekin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Sekna vê gelî wefatdariya bi şehîdan re dide xuyakirin. Em soz didin ku em ê heya nefesa dawîn li ser xeta şehîdan bimeşin û ji bo parastina civaka xwe bibin mertal."

Di dawî de wesîqeya şehîd Mihemed hat xwenidn û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.

(ex/bb)

ANHA