Li Cezayîrê di encama şewatên daristanan de 12 kes mirin

Di dema pêla hewaya germ a bandor li Efrîkaya Bakur kirî de, di şewatên li bakurê Cezayîrê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes birîndar bûn.

Li Cezayîrê di encama şewatên daristanan de 12 kes mirin
27 tebax, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Pêla hewaya germa dijwar a ku li bakurê Cezayîrê bi bandor e, gelek şewatên daristanan jî bi xwe re anî. Ji ber şewatan 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 6 kesan giran e.

Wezîrê Karên Hundir Seid Sayud ragihand ku ji ber şewatan li Jijel 5, li Bejaya 4 û ji Tizi Uzu jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava miriyan de li Bejaya zarokekî 8 salî û jineke 22 salî jî hene.

Hat ragihandin ku tîmên parastina sivîl ji şeva çarşemê ve li dijî 69 şewatan têdikoşe.