'Têkçûna dan û standinan gefê li herêmê dixwe'

Di rojevên îro yên rojnameyan de hate gotin, têkçûna dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de gefê li tevahiya herêmê dixwe ku bixe nav çaleke bêbinî. Li gorî şîroveyan dibe ku ev dan û standin li başûrê Sûriyeyê bandorê li helwestên Îsraîl û rojava yên  der barê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bikin.

'Têkçûna dan û standinan gefê li herêmê dixwe'
4 nîsan, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di weşanên xwe yên vê sibehê de rewşa Îranê, başûrê Sûriyeyê û pêşketinên nukleerî nirxandin.

'DAN Û STANDINÊN WASHINGTON Û TEHRANÊ DE GIHÎŞTINE RÊYEKE XETIMÎ'

Rojnameya El Ereb cih da dan û standinên di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de û ev nirxandin kir "Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê de li aliyekî û Îranê li aliyê din ketiye qonaxeke xeternaktir. Li gorî agahiyan, dan û standinên ku ji aliyê Pakistanê ve têne birêvebirin gihîştine rêyeke xetimî. Ev jî derî li ber çerxek bêdawî ya tundiyê li herêmê vedike."

Hate gotin,  axaftina li ser têkçûna dan û standinan gefê li tevahiya herêmê dixwe ku bikeve nav caleke bêbinî, nemaze ji ber ku welatên herêmê dê li hember êrişên domdar ên Îranê bêdeng nemînin.

'XWEPÊŞANDANÊN LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ..SEDEMÊN HÊRSA LI HEMBERÎ ÎSRAÎLÊ'

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî bal kişand ser xwepêşandanên li başûrê Sûriyeyê yên li hemberî Îsraîlê. Hate gotin "Li başûrê Sûriyeyê xwepêşandanên piştgiriya bi Filistînê re û şermezarkirina qanûna Îsraîlê ya darvekirina girtiyên filistînî ku duşemê ya borî ji aliyê Knessetê ve hatibû derxistin, pêk hatin. Ev xwepêşandan berdewamiya xwepêşandanên berê ne ku li piraniya parêzgehên Sûriyeyê, bi taybetî li başûr belav bûn. Di rojên dawîn ji devera Senemîn ya başûr bigire heya zanîngeha Helebê ya li bakurê, ji herêma Kefersûsê ya Şamê heta xeta sînorî ya Quneytîrayê bi hezaran kes tev li xwepêşandanan bûn da ku zexmê vegerînin û bandorê li raya giştî bikin. Ev zexm ji rewşa xwecih cuda nin e, lê rasterast girêdayî pevçûnên rojane bi hêzên Îsraîlê re ye ku hin herêmên başûrê Sûriyeyê birine."

Rojnamevan Mihemed El Iweyîd ê ji Derayê re ji rojnameya El Erebî El Cedîd re axivî û got: "Ya ku hesasiyeta rewşê zêde kiriye, beşdarbûna aktorên ne sivîl e û dayîna daxuyaniyên ku pesnê komên filistînî didin e. Ya dîtir jî komeke çekdar li bajarokê Zakiya yê gundewarê Şamê rewşa 'seferberiya giştî' îlan dikin."

Li gorî rojnamevan Mihemed El Iweyîd, hikumeta Îsraîlê bi taybetî bloka rastgir dibe ku van pêşketinan bi çend awayan ji bo armancên navxweyî yên Îsraîlê bikar bîne. Rojnamevan got "Dibe ku Îsraîlê wêneyên xwepêşandanan û daxuyaniyên ku ji hundirê Sûriyeyê derdikevin wekî delîlên avakirina eniyeke nû ya bakur bi kar bînin û bi vî rengî berfirehkirina operasyonên leşkerî rewa bike.  Dibe ku Îsraîl tevgera gel wekî hincetek ji bo destpêkirina êrişên 'pêşîlêgirtî' bi kar bîne, an jî tedbîrên ewlehiyê yên hişk li ser sînorê bigire bi hinceta ku li pêşî li ketina çekdaran bigire.  Di aliyê siyasî de jî dibe ku Îsraîlê bi gefan zextê li rêveberiya nû ya Sûriyeyê bike û ji nû ve qaîdeyên şer li başûr saz bike."

'ÇIMA BERNAMEYA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ DIBE KU XETERNAKTIR BIBE?'

Rojnameya Independent Arabia diyar kir ku "tevî daxuyaniya Washingtonê ya der barê paşketina hêza leşkerî yên Tehranê de, lê nirxandin nîşan didin ku binesaziya wê û depoyên uranyûmê yên dewlemendkirî hîne hene. Xwezaya nenavendî ya bernameyê û ezmûna berhevkirî ji nû ve avakirina wê hêsan dike. Ev tê vê wateyê ku her çend şer dibe ku pêşveçûnê dereng bixe jî, lê di heman demê de hêza Îranê ji bo parastina şiyana astengkirinê xurt dike."

(bb)