Gerîlayên azadiyê rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê pîroz kirin

Gerîlayên azadiyê bi boneya rojbûna Rêber Apo û 22’yemîn salvegera damezirandina PJAK’ê şahiyek li dar xistin.

Gerîlayên azadiyê rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê pîroz kirin
4 nîsan, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK), Hêzên Parastina Jinan (HPJ), endamên PJAK û KJAR’ê, bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 22’yemîn salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) şahiyek lidarxistin.

Şahî bi merasîmeke leşkerî destpê kir û piştre Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan gotarek pêşkêş kir.

‘Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurde’

Peyman Viyan di destpêka axaftina xwe de, vê rojê li mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo pîroz kir û got: “Roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, rojbûna hemû gelê Kurde. Damezirandina partiya me li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo Rojhilatê Kurdistanê xwedî du wateyên pir mezin û dîrokî ye. Damezirandina PJAK‘ê bi wateya destpêkirina têkoşîna azadiyê û vejînê ye. Bi Rêber Apo re rêya berxwedanê hate hilbijartin û ruhê berxwedan û têkoşînê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû.“

‘PJAK ji her demê bihêztire‘

Hevseroka PJAK‘ê bal kişand ser têkoşîn û xebata PJAK‘ê û got: “Sînorê têkoşîna PJAK‘ê li tevahiya Îranê belav bûye, lewma îro çavê hemû cîhanê û gelê me li partiya me (PJAK) ye. Ji ber ku li ser fikrê azadîxwaziya Rêber Apo, gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zindî kir. Îro jî her kes li hebûn, hêz, rêxistinbûn û şêwaza têkoşîna PJAK‘ê ya di vê qonaxê de dinêre. Ji ber wê, tirsa herî mezin a rejîma Îranê ji hêza gel û rêxistinbûna wî ye. Ji wî fikir û felsefeyê ditirse ku PJAK bi wê xwe di nav gel de bi rêxistin dike.“

‘Garantiya maf û statuya gelê me erka me ya sereke ye’

Peyman Viyan qala şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê û cihê PJAK’ê ya di nav gel de kir û got: “Îro rejîma Komara Îslamî ya Îranê di encama zîhniyeta xwe ya desthilatdar de rûbirûyê êrişan bûye. Lewma di rastiyê de ew hêz, rêxistinbûn û têkoşîna gel bû ku rejîma Îranê ewqas lewaz kir. Ji ber ku tişta ku dê dawî li vê rejîmê bîne, hêza rêxistinbûyî ya gele. Niha di vê şerî de xala herî girîng ji bo me, garantiya maf û statuya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Hêzên me ji bo parastin û birêxistinkirina gelê me amade ne; em ji bo pêşengtiyê di her rewş û demê de hêza herî mezin û herî bi hêzin. PJAK hêza gele, ji ber ku PJAK di nav gel de derket û di nav gel de mezin û berfireh bû. Îro jî pişta xwe sipartiye gelê xwe yê têkoşer.”

Di dewama axaftina xwe de Peyman Viyan destnîşan kir ku sala 2026‘an dê bibe sala azadiya Rêber Apo, serkeftin û azadiya Rojhilatê Kurdistanê û got: “Di salvegera partiya me de, em careke din soz û peymanê didin gelê xwe ku di vê rewşê de û di her îhtîmalekê de em li gel gelê xwe ne. Em xwe ji bo parastina gelê xwe di her qadê de amade dikin. Îro serdema Kurdê azad, nasnameya azad û Kurdistana xwerêveber di nav Îraneke demokratîk de ye. Tenê ev dikare şer li herêmê kêm bike û Rojhilata Navîn di nav aramî û aştiyê de be.”

Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan di dawiya axaftina xwe de behsa amadebaşiya hêzan û rêxistinbûna gel kir û got: “Her gel û hêzek ku di vê qonaxê de di warê siyasî, civakî û parastinê de xwedî rêxistina xwe be, bêguman dê serkeftinê bi dest bixe. Lewma em di mîsogerkirina serkeftina gelê xwe de bi biryarin. Hêzên me yên wekî YRK û HPJ’ê, hêzên fedaî yên parastina gelin ku di her îhtîmal û qadê de amade ne gelê me biparêzin. Bila dilê gelê me germ be û xwe baş birêxistin û amade bike. Hêzeke fedaî û profesyonel heye ku heta dawiyê di azadiya gelê xwe de bîryare. Hevalên ku amade ne di her şert û mercî de canê xwe feda bikin, pêşengiyê bikin û gel birêxistin bikin. Di vê serdem û qonaxê de, em gavan diavêjin serdemeke nû ya têkoşîn û serkeftinê.”

Piştî axaftina Peyman Viyan, gerîlayên azadiyê bi coşeke mezin bernameya şahiya xwe berdewam kirin. Di şahiyê de komek gerîla stranan gotin û pêşkêşî amadebûyan kirin, piştre jî koma folklorê bi govendên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te rene ey Serok’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bi gerandina govendê bi dawî bû.