Li Siwêdayê ji malbatekê 3 kes bi kêrê hatin qetilkirin

Li Siwêdayê dayikek, keça wê û kurekî wê bi kêrê di mala wan de hatin qetilkirin

Li Siwêdayê ji malbatekê 3 kes bi kêrê hatin qetilkirin
14 îlon, 2026   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li taxa Îtfadiyê (agirkujî) ya bajarê Siwêdayê de dayikek, keça wê û kurekî wê yê parêzer bi kêrê di mala wan de hatin qetilkirin. Cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Giştî ya bajêr.

Agahiyên der barê sedema kuştinê û kesên li pey wê nehatin bidestxistin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal (2026) ve di 363 sûcên bi vî rengî de 397 kes (312 mêr, 31 zarok û 54 jin) hatine kuştin.

(f)