Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê li ser baregeha Ebû El Zihûr şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşa Îsraîl li ser baregeha Ebû El Zihûr a Idlibê şermezar kir

Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê li ser baregeha Ebû El Zihûr şermezar kir
18 tebax, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bombebarankirina Îsraîl baregeha Ebû El Zihûr parêzgeha Idlibê şermezar kir. Wezaretê destnîşan kir ku ev bombebarankirin li ser ewlehiya Sûriyeyê û aramiya herêmê xeterî ye. Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriye û Iraqê Thomas Barak metirsiya Whashington ji bombebarana Îsraîl a baregeha Ebû El Zihûr anî ziman û got: `Ev bombebaran ne lazim bû.`

Kenala El Ixbariyê ya Sûriyeyê li ser agahiyên çavkaniyeke leşkerî got roja sêşemê hêzên Îsraîlê 8 caran baregeha leşkerî ya bakur û rojavayê Sûriyeyê bombe baran kiriye. Çavkaniyên leşkerî û sivîl ên nêzî baregehê bûn gotin birîndar û kuştî nînin.

Reuters got baregeha Ebû El Zihûr nêzî 70 km ji sînorê Tirkiyeyê dûr e û ji sala 2013`an ve weke balafirgeheke leşkerî ji xizmetê derketiye. Di raporeke çavkaniyeke leşkerî hat gotin ku dawiya 2024`an piştî sîstema Baas hilweşiya ji bo perwerdekirina leşkerên artêşa Sûriyeyê hatiye bikaranîn.

Wezareta Karên Derve ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got êrîşên Sûriyeyê ji 8`ê kanûna 2024`an li ser Sûriyeyê didome û dibe di encama van êrîşan de ne aramî li herêmê çêbe.

Wezaretê Îsraîl berpirsyar nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşa Îsraîl li ser baregeha Ebû El Zihûr şermezar bike.

(np)

ANHA