Lubnan biryar da ku efserkî Sûriyeyê yê berê radestî hikumeta Sûriyeyê bike

Ji bo darizandina li ser tewanbariyên kuştin û sûcên li dijî mirovahiyê, dadweriya Lubnanê li gorî hevpeymana dadweriyê ya di navbera Lubnan û Sûriyeyê de, biryara radestkirina efserê berê Adil Îsa ji bo hikumeta Sûriyeyê da.

Lubnan biryar da ku efserkî Sûriyeyê yê berê radestî hikumeta Sûriyeyê bike
18 tebax, 2026   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgerê Giştî li Lubnanê Ehmed Ramî El Hac biryara da ku efserê Sûriyeyê yê berê Adil Îsa yê ku berê di artêşa Sûriyeyê de cih digirt û li Lubananê hatibû girtin radestî hikumeta Sûriyeyê bike. Ev gav ji bo ku Adil Îsa li gorî tewanbarên xwe yên wekî sûcên kuştin û yên li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê bê darizandin pêk tê. 

Ajansa Niştîmanî ya Ragihandinê diyar kir ku pêvajoya radestkirinê li gorî peymana dadwerî ya Lubnan û Sûriyeyê ya ku sala 1951`an hatiye îmzekirin pêk hat.

Hikumeta Lubnanê Adil Îsa li balyozxaneya Sûriyeyê ya li Lubnanê girtibû, wê demê hat naskirin ku ew ji hêla hikumeta Sûriyeyê ve bi tewanbariyên cuda hatiye xwestin û biryara girtina wî ya xiyabî ji hêla dadweriya Sûriyeyê ve hatiye dayîn. Adil Îsa çend meh bûn li Lubnanê bi cih bibû.

(sb)