Sûdanî û Esed bi rêya telefonê bi hev re axivîn

Sûdan û Esed bi rêya telefonê bi hev re axivîn û dozên girêdayî xeteriya terorê û astengiyên din ên ewlehiyê nîqaş kirin.

Sûdanî û Esed bi rêya telefonê bi hev re axivîn
5 hezîran, 2024   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Iraqê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re axivî. Her du aliyan dozên xeteriya terorê û zehmetiyên din ên ewlekariyê nîqaş kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Sûdanî diyar kir ku her du aliyan têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeş, rêbazên pêşxistina hevkariyê û berfirehkirina wê di hemû qadan de di serî de qada aborî û geşedanên şerê li Xezayê nîqaş kirin.

 (mh)