Dewleta Tirk ciwanekî Filistînî li Girê Spî bi cih kir

Dewleta Tirk a dagirker ciwanekî filistînî ji Tirkiyeyê ber bi bajarê Girê Spî yê dagirkirî ve şand.

Dewleta Tirk ciwanekî Filistînî li Girê Spî bi cih kir
5 hezîran, 2024   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, desthilatên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî filistînî yê ji Xezayê tevî komeke penaberên sûriyeyî bi darê zorî ber bi bajarê Girê Spî ve şand û radestî çeteyên xwe yên ˊPolîsên Leşkerîˊ kir.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker di Sibata 2022'yan de ragihandibû ku ew ê mîlyonek penaberên Sûriyeyî bişîne herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê. Ajansa me belge kir ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 35 hezar penaberên Sûriyeyî bi darê zorê şandin herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê. Piranî penaber ji Hema, Heleb, Idlib û Xûta Şerqiyê ne û ji bilî wê jî 72 iraqî li wan herêman hatin bicihkirin.

(mh)