Sûcên dewleta Tirk li dijî pîroziyên gelan

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan goristanên şehîdan, ên elewî û êzidiyan ên li herêma Serêkaniyê û Efrînê ya dagirkirî wêran kirin.

Sûcên dewleta Tirk li dijî pîroziyên gelan
5 sibat, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekşemê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrîna dagirkirî parve kir.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mêtingehek li goristana şehîdan a gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê ava kiriye.

Ev sûca sîstematîk ne ya yekemîn e, lê belê beriya wê jî goristanên şehîdan, êzidiyan û elewiyan li herêma Serêkaniyê ya kantona Cizîrê û bajarê Efrînê wêran kirin.

Gulana 2018`an dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Qaziqlî wêran kir û vê dawiyê de jî mêtingehek lê ava kir.

Tebaxa 2018`an jî dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîd Avesta ya li gundê Keferşîlê yê Efrînê rûxand û dûre bazara sewalan lê vekir.

Gulana 2020`an dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya bajarê Efrînê wêran kir.

Tîrmeha 2021`an jî dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîdan a li navenda bajarê Efrînê kola û cenazeyên wê birin cihekî ne diyar.

Tebaxa 2018`an çeteyên dewleta Tirk a dagirker goristana Henan a li gundê Meşalê ku gore navdêrê kurd Nûrî Dêrsîmî lê heye, kolan û dizîn.

27`ê Sibata 2017`an, artêşa Tirk a dagirker beşeke mezin a goristana jorîn a gundê Senarê yê navçeya Şiyê ku goristana Elî Dada lê heye, da ber tireksan. Li gor hin lêkolîneran temenê vê goristanê vedigere 400 sal berê.

Gulana 2020`an jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê goristana êzidiyan a li gundê Qîbarê ya bi navê Çiyayê Xanê kolan. Di heman mehê de jî çeteya goristana gundê Can Temer ê êzidî yê bajarê Serêkaniyê wêran kir û dizî.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê goristana şehîdan a herêma Serêkaniyê ya dagirkirî wêran kir û dûre baregeheke leşkerî li şûna wê ava kirin.

Li kêleka sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, dewleta Tirk a dagirker li Tirkiyeyê gelek caran cenazeyên şehîdan di sindoqên darîn de yan jî di turikan de daye malbatên wan.

(şx)

ANHA