Li Pakistanê êriş: 10 polîs hatin kuştin

Li Pakistanê di êrişeke çekdarî de li dijî navendeke polîsan 10 polîs hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li Pakistanê êriş: 10 polîs hatin kuştin
5 sibat, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Pakistanê ragihand ku di êrişeke çedarî ya li dijî navendeke polîsan a li bakurê rojavayê Pakistanê de herî kêm 10 polîs hatine kuştin û 6 birîndar bûne. 

Li gorî dezgehên çapemeniyê beriya hilbijartinên giştî ku vê hefteyê dê li dar bikevin, tundî zêde bûye.

Polîsên herêma Daraban a parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa destnîşan kir ku çekdaran bi tivingên nêçîrê êriş kiriye û ketine avahiya polîsan.

Lê heta niha tu aliyekê êriş negirt ser xwe.

Di heman demê de AFP`ê ku agahiyên xwe dispêre rêveberê polîsên Xyber Pakhtunkhwayê Akhtar Hayat Gandapur, ragihand: "Bi dehan çekdar vê sibê êrişî navenda polîsan a Chaudhwan li devera Dera Îsmail Xan kir. Zêdetirî 30 terorîst bûn ku ji 3 aliyan ve êriş kir. Gulebaranê zêdetirî 2 saet û nîvan dewam kir."

(şx)