6 şervanên QSD`ê şehîd bûn

QSD`ê ragihand ku di êrişa çeteyên hikumeta Şamê de li dijî akademiya perwerdeyê ya li cihê petrolê yê El Omer ê Dêrazorê, 6 şervan şehîd bûne.

6 şervanên QSD`ê şehîd bûn
5 sibat, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke çeteyên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervan şehîd bûne.

Navendê di daxuyaniyê de got: "Di êrişa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li cihê petrolê yê El Omer ê rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne. "

Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: "Di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jêdera êrişê."

(şx)

ANHA