Di topbarana hikumeta Şamê de çeteyek hat kuştin

Hêzên hikumeta Şamê gelek deverên li gundewarên Idlibê û Helebê topbaran kirin. Di topbarana li ser herêma Laziqiye de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Di topbarana hikumeta Şamê de çeteyek hat kuştin
23 mijdar, 2023   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hêzên hikumeta Şamê hin deverên  bajarokê Fitîra yê çiyayê Zawiye yê li gundewarên Idlibê, gundê Kefer Eme yê rojavayê Helebê kirin hedef. Lê belê agahiyên der barê windahiyên canî de nehatin bidestxistin.

Girêdayî heman mijarê, di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî eniya Kebîne yê bakurê Laziqiye de çeteyekî Tehrîr El Şamê ku ji bajarê Cisir El Şixûr ê Idlibê ye, hate kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku bi vê daneyê re, hejmara kesên ji destpêka 2023`yan ve di topbarana li herêmên bêçek de hatine kuştin, gihaşt 580 kuştiyan. Di nava wan de zêdetirî 257 leşker û 202 welatî hene.

(şx)