Rûsya û Ukraynayê bi boneya cejnê agirbesta demkî ragihand

Rûsyayê bi boneya cejna Paskalyayê li Ukraynayê agirbesteke demkî ragihand. Kîevê ragihand ku ew amade ye li gorî agirbestê tev bigere.

Rûsya û Ukraynayê bi boneya cejnê agirbesta demkî ragihand
10 nîsan, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kremlînê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi boneya cejna Paskalyayê ya Ortodoksan agirbesteke demkî li Ukraynayê ragihand. 

Agirbest dê ji êvara Şemiyê ve dest pê bike û heta nîvê şeva Yekşemê bidome.

Di daxuyaniya Kremlînê de hatiye gotin: “Agirbest saet di 16.00'an de li gorî dema Moskovê ket meriyetê. Serfermandariya Giştî talîmat daye ku di dema agirbestê de operasyonên şer li hemû eniyan rawestînin. Lê di heman demê de ji bo bersivdayîna provokasyonên potansiyel di rewşa amadebeşiyê de bin.”

Moskovê daxuyand ku agirbestê ne encama hemahengiyeke berê ya bi Kîev an Washingtonê re ye, ne jî rasterast bi dan û standinên berdewam ên ji bo bidawîkirina şer ve girêdayî ye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku welatê wî amade ye ku rêzê li agirbestê bigire û destnîşan kir ku Kîevê berê ji bo cejnê pêşniyara agirbestê kiribû.

(bb)