Siyamend Mûînî sedemên xwedîderketina li pêngava azadiyê nirxandin

Hevserokê PJAK`ê Siyamend Mûînî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî giranbuha û bi nirx bi nav kir, her wiha girîngiya wê û sedemên xwedîderketina gelan li pêngavê nirxandin.

Siyamend Mûînî sedemên xwedîderketina li pêngava azadiyê nirxandin
19 mijdar 2023   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Ev 2 sal û 7 meh e ji Rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, agahî nayên wergirtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 10`ê Cotmehê de li Strasborgê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dest pê kiribû. Pêngav li 74 navendên cîhanê bi awayekî hemwext hat ragihandin. Tevlêbûna gelan û kesayetên navdar li Kurdistanê û li 6 parzemînên cîhanê dewam dike.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî der barê pêngavê de ji ANHA`yê re axivî.

`XWEDÎLÊDERKETIN PÊWÎSTÎYEK E`

Siyamend Mûînî pêngav wek “giranbuha û binirx” bi nav kir û got: “Divê mirovahî û gelên cîhanê xwedî lê derkevin û li gorî pêvajoyê tev bigerin. Ji bo fêmkirina sedemên dîlgirtin û tecîda giran a li ser Rêber Apo, divê rol û kesayeta Rêbertî di nava guhertinên di serdema neolîberalîzmê de bê şîrovekirin û fehmkirin.”

`DI KAOSAN DE TECRÎD GIRANTIR DIBE`

“Rêber Apo bi paradîgmaya azadiyê ji tevahiya gelên bindest û gelê Kurd re çareseriyê derdixe holê.” bi van gotinan Mûînî diyar kir ku ev paradîgma ji aliyê hêzên hegemon ve wek astengî hatiye dîtin û got: “Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo ji ber wê hat kirin û Rêber Apo xistin zindanê. Di pêvajoyên kaosê de jî nahêlin Rêber Apo nêrîn û ramanên xwe bîne ser ziman, ji ber wê tecrîdê girantir dikin. Li dijî vê tecrîda dermirovî cîhan xwe kor, ker û lal dike.”

`TECRÎD DOMANDINA PIRSGIRÊKAN E`

Siyamend Mûînî destnîşan kir ku mifteya çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Jixwe Rêber Apo bi rêya fikra modernîteya demokratîk wek alternetîfa çareserî, qonaxeke nû ji siyaseta herêmî û cîhanê re çêkir. Rêber Apo bi rêya nexşeya xwebirêvebirina demokratîk di bin sîwana konfederalîzma demokratîk de, çareseriyê dide hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û derî li pêşiya qeyranan digire. Ji ber wê neteweya demokratîk li hemberî sîstema ku ji aliyê kapîtalîzm û netewedewletê ve hatiye bicihkirin, çareseriya herî guncaw e. Ji ber wê azadiya gelê Kurd û gelên herêmê bi têkoşîn û felsefeya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo û pratîkkirina paradîgma wî mifteya çareseriya hemû qeyranên Rojhilata Navîn e. Ji ber wê domandina tecrîdê tê wateya domandina dagirkerî, tundî, mezinbûna pirsgirêkên gelan, jîngeh û jinan.”

(c)

ANHA