Dewreyên jinan ên pêşxistina şarezahiyan

Beşdarên dewreyên perwerdeyê yên Weqfa Jina Azad got ji dewreyên pêşxistina şarezahiyan gelekî sûdê werdigirin û şarezahiyên xwe yên pîşeyî xurt dikin.

Dewreyên jinan ên pêşxistina şarezahiyan
Dewreyên jinan ên pêşxistina şarezahiyan
Dewreyên jinan ên pêşxistina şarezahiyan
Dewreyên jinan ên pêşxistina şarezahiyan
19 mijdar 2023   05:06
QAMIŞLO
HELE DÊRIK

Ji bo piştgirî û pêşxistina behre û şarezahiyên jinan ji bo ku bikarin jiyaneke ewle û berhemdar ji xwe re ava bikin, Weqfa Jina Azad a navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Qamişloyê gelek dewreyên pîşeyî, fêrbûna ziman û teknolojiyê vekirin.

Di van dewreyan de ku 2 mehan didomin û rojane saetek e, waneyên hemşîretî, kuaforî, dirûtin, fêrbûna kompîterê, zimanên erebî, îngilizî û kurdî tên dayîn.

Dewreyek bi çavdêriya kesên pispor di 1`ê Comtehê de dest pê kir. Gelek jin tev lê bûn û ji xwe re wek firsendekê dîtin ji bo ku şarezahiyên xwe di teknolojiyê de bi pêş bixin. Derdora 100 jinan xwe di van dewreyan de qeyd kir.

Ji bo naskirina naveroka dewreyan, endama Nivîsgeha Weqfa Jinan a navçeya Girkê Legê Cûdî Mihemed got: “Em ji lidarxistina van dewreyan armanc dikin ku jin şarezahiyên xwe yên takakesî û pîşeyî bi pêş bixin ku piştre bikarin siberoja xwe bi xwe xêz bikin. Hejmara beşdaran jî baş e.”

Cûdî wiha domand: “Me xwest em dewreyan di tevahiya qadan de vekin, ji bo ku jin şarezahiyên xwe bi pêş bixin ku bikarin jiyaneke ewle û berhemdar ji xwe re ava bikin.”

Li gor Cûdî, dema her dewreyekê ku ji aliyê kesên pirspor ve tên dayîn, 2 meh e û buhayên wan guncaw in.

Cûdî bang li jinan kir ku ji bo ku rola xwe di civakê de bi pêş bixin tev li van dewreyan bibin.

Beşdareke dewreya dirûtinê Ebîr Hîşam kêfxweşiya xwe ji vekirina dewreyan anî ziman û got: “Em spasiya nivîsgehê dikin ku ev xizmet ji me re pêşkêş kir û alîkariya me dike ku em şarezahiyên xwe bi pêş bixin.”

Beşdareke dewreya hemşîretiyê Emel Elî jî got: “Em gelek sûdê ji van dewreyan werdigirin.”

(şx)

ANHA