Şirîketa Giştî ya Avê: Ava stasyona Elokê venexwin!

Şirîketa Giştî ya Ava Vexwarinê  ya bajarê Hesekê ji şêniyan xwest ku ava stasyonê Elokê ji bo vexwarinê bi kar neyinin û diyar kir berdana avê hîna di qonaxa ceribandinê de ye.

Şirîketa Giştî ya Avê: Ava stasyona Elokê venexwin!
18 tîrmeh, 2026   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şirîketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê der barê ava stasyona Elokê de hişyariyek parve kir.

Şirîketê diyar kir ku ava ku niha ji stasyonê tê berdan di çarçoveya ceribandinê û ji nû ve dagirtina torên avê de ye ku bi salan rawestiya bû.

Şirîketê destnîşan kir ku ji nû ve berdana avê di toreyan de dibe ku bi awayekî demkî bibe sedema hin guhertinan wekî reng, tam û bêhna avê.

Şirîketê da zanîn ku "Ev guhertin girêdayî qonaxa ji nû ve xebitandinê tore ye. Ji bo vê yekê em bang li şêniyan dikin ku heya xebata çeribandinê bi dawî nebe û testên laboratûwarê piştrast nebin ku av ji bo vexwarina mirovan guncaw e, ava torê ji bo vexwarinê bikar neynin."

Şirîketê ragihand ku heya stasyona Elokê bi temamî bikeve xizmetê û av ji bo vexwarinê guncaw bibe dê şêniyan agahdar bike.

(bb)