Li 3 bajaran salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Li Qamişlo, Hesekê û Kobanê bi boneya salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh) çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyamên têkoşînê hatin dayîn.

18 tîrmeh, 2026   22:40
QAMIŞLO

Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekîneya Jinên Ciwan a bajarê Qamişloyê bi boneya salvgera 14‘emîn a Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh) çalakiyek li pêşiya wargeha ciwanan li dar xist.

Çalakî bi pêxistina mûman û deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Ciwanan a PYD‘ê Sîlva Hacî axivî.

Sîlva di axaftina xwe de cangoriyên şoreşê bi bîr anîn û anî ziman ku Şoreşa Rojava projeyeke rewa ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd û gelên herêmê ye.

Sîlava Hacî bi domdarî got: "Em Şoreşa Rojava diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin. Bi vê şoreşê û bi yekitî û têkoşîna gelê Kurdistanê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Maf bi destûran tenê nayên standin, lê bi îradeya gelan û keda şehîdan û têkoşîna ciwanan tên bidestxistin."

Li bajarê Kobanê jî bi heman boneyê meşek meşaleyî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.

Meşa bi dehan ciwan tev lê bûn, ji Kolana 48‘an dest pê kir, di nava kolanên bajar de dewam kir û li Girê Miştenûrê bi dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin hildan. Dirûşmên silavkirina şoreşê û berxwedana YPJ‘ê jî bê navber hatin berzkirin.

Di  dawiyê de xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

Li navenda Çandê ya kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê jî bi beşdariya bi dehan şêniyan û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî çalakiyek hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka meclisa kampê Macîda Emîn axivî.

Macîda bi xêrhatina beşdaran kir û salvegera şoreşê li malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Macîdayê bi bîr xist ku rejîma Baasê bi dehên salan siyasetên pişaftin û bêparhiştin li hemberî Kurdan dimeşand. Macîda anî ziman ku yekitiya neteweyî û hevgirtina civakî rêya bidestxistina mafên rewa ne.

Macîda Emîn destnîşan kir ku Şoreşa Rojava encama felsefeya neteweya demokratîk e ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin û bi saya keda bi hezaran şehîdan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû.

Piştî axaftinan stran hatin gotin û govend hatin gerandin.

(bb)

ANHA

Qamişlo

Hesekê 

Kobanê