Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e

Şêxê êla Şemer Mani Himêdî Deham El Hadî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e. El Hadî bang kir ku bernameyeke nû ji bo jinûve dadgehkirina Rêber Abdullah Ocalan were danîn.

Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
Şêxê êla Şemer: Rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî mezin e
21 hezîran 2024   13:39
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê gera xwe ya duyemîn ku di 29ˊê Gulanê de dabû destpêkirin, didomîne. Însiyatîfê serdana rûspî û şêxên pêkhateya Ereb kir. Ew jî piştî gera xwe ya yekemîn a serdana partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de bi dawî kir, pêk tê. 

Şandeyeke însiyatîfê bi serkêşiya berdevkê wê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Gulistan Hîbo û Fûad Colî, duh li gundê Til Elo yê Til Koçerê serdana şêxê êla Şemer a Ereban Mani Himêdî Deham El Hadî kir.

Di hevdîtinê de berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur armancên pêngavê ku dostên gelê Kurd, siyasetmedar, hiqûqnas û rewşenbîran daye destpêkirin, şîrove kirin.

Munzur bal kişand ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên banga pêkanîna biratiya gelan û xurtkirina têkiliyên stratejîk ên Kurd û Ereban kir.

Munzur hêvî kir ku êla Şemer doza Rêber Abdullah Ocalan bixe rojeva xwe.

Şêxê êla Şemer Mani Himêdî Deham El Hadî got: "Têkiliya di navbera me û Kurdan de dîrokî û xurt e. Dê ev têkilî bimînin û bi pêş bikevin.”

El Hadî behsa dîroka gelê Kurd kir û wiha domand: "Têkildarî azadiyê, azadî ji tevahî gelên cîhanê re pêwîst e. Kurdan gelek azadiyên xwe ji dest dane. Armancên xwe pêk neanîne û mafên xwe bi dest nexistine."

El Hadî bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan yek ji rêberên Kurdan e, têkoşerekî mezin û xwedî rol e. Gelek şopînerên wî û alîgirên wê hene. Niha ew di girtîgehê de ye. Divê ji nû ve were dadgehkirin. Ji ber ku ji demeke dirêj ve ragirtî ye û divê bernameyeke nû were danîn."

El Hadî di dawiyê de hêvî kir ku çareyeke bingehîn ji vê mijarê re were danîn û tiştê niha tê xwestin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Divê hewldanên wê, yên me û yên her kesî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bin."

(fr)

ANHA