Şêx Miwefeq Terîf ji bo parastina Durziyan bang kir

Serokê Desteya Rûhanî ya Civaka Durzî şêx Miwefeq Terîf têkildarî teqîna li bajarê Ceremanayê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina Durziyên Sûriyeyê bikeve tevgerê. Şêx Terîf got: "Ev êriş zingilekî nû yê hişyariyê ye. Divê civaka navneteweyî beriya dem derbas bibe tev bigere."

Şêx Miwefeq Terîf ji bo parastina Durziyan bang kir
7 tebax, 2026   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Rûhanî ya Civaka Durzî şêx Miwefeq Terîf piştî teqîna li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê daxuyaniyek da çapemeniyê. Şêx Miwefeq Terîf bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî hedefgirtina Durziyên li Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Şêx Miwefeq Terîf anî ziman ku divê dengê teqînê û hedefkirina Durziyên li tevahiya paytextên rojava vede û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ev êriş zingilekî nû ye hişyariyê ye. Divê civaka navneteweyî beriya dem derbas bibe tev bigere."

Şêx Miwefeq Terîf di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku tevî salek di ser bûyerên li Siwêdayê re derbas bû lê hîna jî xetereyeke rasteqîn û berbiçav li ser ewlehî û jiyana Durziyan heye.  Şêx Terîf bang li hikumeta veguhêz kir ku ji bo parastina sivîlan û rêgirtina li pêşiya mîna van êrişan gavên pratîkî biavêje.

Duh êvarî li xaçerêya Rewda ya bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di erebeyeke veguhestina hundirîn (Servîs) de teqînek çêbû. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di teqînê de di nav de kuştî û birîndar 16 kes bûn qurbanî.

Komeke bi navê "Menber Ensar El Resul" teqîn girte ser xwe. Lê hikumeta veguhêz der barê kes li pey êrişê  de tu daxuyanî nedaye.

Teqîn piştî çend saetan ji dayîna daxuyaniya şênî û şêxên Ceremaniyê rû da. Di wê daxuyaniyê de banga hevgirtina nîştimanî û aştiya navxweyî hatibû kirin. Her wiha tevahî cûreyên fitne û destwerdanên derve hatin redkirin. Banga sepandina qanûnê li ser her kesî bêyî cudabûn, xurtkirina saziyên fermî yên parastin û ewlehiyê û têkoşîna li dijî provokasyonan û gotinên nefretê de jî hatin kirin.

(bb)