Li Humsê di êrişeke bombeyî de 6 kes birîndar bûn

Li gundewarên Humsê di êrişeke bombeyê ya kesên nenas a li dijî malekê de 6 kes birîndar bûn.

Li Humsê di êrişeke bombeyî de 6 kes birîndar bûn
7 tebax, 2026   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandine, li gundê Um Cebab ê navçeya Mexrema Jorîn ê gundewarên rojhilatê Humsê kesên nenas bombe avêtin malekê, di encamê de 6 ciwan birîndar bûn.

Nûçegihanan got, kesên nenas ên li motorsîklêtê bûn, bombeyeke destan avêtin komeke ciwanan ku li balkona malê rûniştibûn, piştre reviyan.

Navên birîndaran ev in: Elî Hisên Seîd, Mihemec Cinêd Seîd, Eymen Efîf Seîd, Îbrahîm Hekîm Seîd, Hisên Îbrahîm Seîd û Medîn Ehmed Seîd. Birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajarê Humsê.

 Nûçegihanan dane zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e.

Saziyên ewlehiyê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)

ANHA