Şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan didomin

Endamên Kongra Star destnîşan kir ku ji bo pêşxistina civakê di aliyê fikrî de, divê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan werin xwendin.

Şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan didomin
26 hezîran 2024   16:15
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidarxistina çalakiyan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de didomînin.

Girêdayî mijarê, Kongra Star a Til Hemîsê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji endamên xwe re li dar dixe, ji bo ku ew jî ji şêniyan re di nava komînan û meclisan de şîrove bikin.

Şêwirên xwendinê li avahiya Kongra Star a bajêr têne lidarxistin. Niha pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" tê xwendin. Dozên exlaqî, siyasî yên civakê, zîhniyet, aborî, pîşeyî, ekolojî, zayendperestî, malbat, jin û pirrengiya nifûsê navaroka vê pirtûkê ye.

Her wiha di pirtûkê de, pergala şaristaniya demokratîk, pênaseya wê, dîroka şaristaniya demokratîk û hêmanên wê jî têne nirxandin.

Endamên kongreyê diyar kir ku bi xwendina pirtûk û berhemên Rêber Abdullah Ocalan civak bi pêş dikeve.

(şx)

ANHA