Festîvala Çandê-Beşa Helbestê li dar dikeve

Amadekariyên Festîvala Çandê-Beşa Helbestê tên kirin. Li gorî agahiyên komîteya amadekar dane, festîval dê di meha Tebaxê de li Qamişloyê li dar bikeve.

Festîvala Çandê-Beşa Helbestê li dar dikeve
26 hezîran, 2024   16:37
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê amadekariyên Festîvala Çandê-Beşa Helbestê ya Yekemîn dike.

Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a festîvalê dane, dê Festîvala Çandê-Beşa Helbestê di meha Tebaxê deli Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê li dar bikeve. Di festîvalê de dê pêşbirka helbestan jî hebe û 3 helbestvanên serkeftî dê bên xelatkirin. Her wiha dê rexnegirek jî bê xelatkirin.

Şert û mercên beşdarbûna pêşbirka helbestê wiha ne:

- Beşdarbûn bi zimanên kurdî, erebî, suryanî û ermenî ye.
- Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be.
- Beşdar dikarin bi helbestekê û bi zimanekî tenê tev lê bibin.
- Divê berhem berê bi tu rêyên weşanê nehatibin weşandin.
- Divê berhem ne wergerandî bin.
- Divê beşdar ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.
- Heke şert û mercên pêşbirkê bên binpêkirin, dê berhema şandî bê paşguhkirin û berhem neyê qebûlkirin.

Komîteya amadekar ji bo şertên beşdarbûnê helbestvanan, da zanîn ku divê beşdar bi eslê xwe ji kantona Cizîrê bin û divê ne li derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.

Dema dawîn a wergirtina berheman 25`ê Tîrmehê (2024) ye, beşdar divê wêneyekî xwe yê rengîn û kurtejiyana xwe bi berhema xwe re bişîne. Ji bo şandina berheman ev navnîşan hatine diyarkirin:

Email: [email protected]

Whatsapp: 0986307803

(sb)

ANHA