2 endamên îstixbarata leşkerî li Derayê hatin kuştin

2 endamên îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ji aliyê kesên nenas ve li gundewarên Derayê hatin kuştin.

2 endamên îstixbarata leşkerî li Derayê hatin kuştin
26 hezîran, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 2 endamên îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê, li bajarokê Eyn Zeker ê Derayê ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin. Piştî bûyerê çekdar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de tevliheviya ewlehiyê serwer e û bûyerên bi vî rengî gelekî rû didin, nemaze li Derayê ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar ên xwecih de bi çavdêriya Rûsyayê, lihevkirin lê çêbûn.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka salê ve di encama wan bûyeran de 208 kes hatine kuştin. Piraniya wan leşkerên hikumeta Şamê ne.

(şx)