Artêşa Îsraîlê careke din Lubnanê bomebaran kir

Artêşa Îsraîlê taxên başûrê Beyrûtê, deverên li başûr û rojhilatê Lubnanê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê careke din Lubnanê bomebaran kir
6 adar, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev bajarokên Serîfa, Eyta Şeeb, Tolîn, Sewana û Mecdel Selem ên başûrê Lubnanê û bajarokê Dirûs ê rojhilatê welat bombebaran kirin.

Artêşê piştî niştecihên taxên başûrê Beyrûtê hişyarî kiribû ku taxan bi temamî vala bikin, rêze êriş pêk anîn.

Artêşê îdia kir ku ew binesaziya Hizbullahê li taxên başûrê Beyrûtê dike armanc.

Heman ajansê da zanîn ku êrişa herî giran li ser taxa Herîk hatiye kirin û herêma Xibêrî jî hat hedefkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee hişyariyek lezgîn dabû niştecihên taxên başûrê Beyrûtê û bang li wan kiribû ku tavilê herêma Burc El Beracîne, Hedes, Herîk û Şiyah vala bikin. Piştî hişyariyê şêniyan herêmê ku nifûsa wê di navbera 600 hezarî û 800 hezarî de malên xwe terik kirin.

Wezîra Darayî ya Îsraîlê Bezalel Smotrich gef xwar ku dê çarenûsa taxên başûrê Beyrûtê mîna ya Xan Yûnis ya Xezayê be.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji roja duşemê ve an ku destpêka şerê Hizbullah û Îsraîlê 123 kes hatine kuştin û 683 kes birîndar bûne. Êriş û aloziya li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê dewam dike.

(bb)