Sersaxî ji malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn re hat xwestin
Ji bo gerîlaya YJA- Starê Mizgîn Dilbirîn (Fatme Îbrahîm) a ku di 1`ê Cotmeha 2021`an de li Avaşînê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.
Şêniyên kantona Firatê ji malbata gerîlaya YJA- Starê Mizgîn Dilbirîn (Fatme Îbrahîm) ku ew jî di 1`ê Cotmeha 2021`an de li Avaşînê şehîd bûbû sersaxî xwest.
Girseya gel bi berzkirina dirûşma "Şehîd Namirin" herikîn bin konê sersaxiyê ku li gundê Bîr Reş ê başûrê bajarê Kobanê hate vedan.
Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin û axaftin hatin kirin. Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya kanotna Firatê Salih Nûh axivî û got: "Şehîdên me ji bo gelekî canê xwe feda dikin. Em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku azadiya mîsoger bikin. Şehîd heqîqet û rûmeta me ne ku em bi wan dijîn. Em deyndarên vê yekê. Dema em dibêjin şehîd namirin divê em xwedî li mîraseya wan derkevin. "
Merasîm bi berzkirina dirûşma "Şehîd namire" bi dawî bû.
(sş)
ANHA