Li Girbawî yê Qamişlo şahiya damezrandina PKK′ê

Xelkê bajarokê Girbawî yê Qamişloyê bi boneya salvegera damezrandina PKK′ê şahiyek li dar xist.

23 mijdar, 2023   19:28
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 45′emîn a damezrandina PKK′ê xelkê bajarokê Girbawî yê Qamişloyê bi beşdariya Kurd û Ereban şahiyek li qada dibsitana bajarok şahiyek li dar xist.

Qada dibistanê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK′ê û wêneyên şehîdên Pêngava 15′ê Tebaxê hate xemilandin.

Di şahiyê de endamê Nivîsgeha Perwerdeya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir axivî û damezrandina PKK′ê li Rêber Abdullah Ocalan, Kurdistanî, şoreşger û demokratên li seranserî cîhanê pîroz kir.

Ebû Bekir di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan beriya damezrandina PKK′ê û wiha got: "Pêdiviya wê qonaxê bi Rêberekî, fikrî, rasteqîn, civakî û siyasî hebû ku gelê Kurd ji qirkirin û helandina çandî yên ji ber siyasetên dewleta Tirk a faşîst hebû."

Ebû Bekir wiha domand: "Piştî lêkolînên analîz, stratejîk û dîrokî ku Rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevrêyên xwe yên îdeolojî û fikrî kirine, bingeh û rêgezên zanistî yên avakirina şoreşa civakî, rizgarî û demokratîk ên xwe dispêrin derfetên xweber hatin danîn."

Ebû Bekir destnîşan kir ku mîlada PKK′ê mîna bersivdana faşîstê û destpêka ber bi ronahiya berbanga nû ji gelê Kurdistanê re bû û wiha anî ziman: "Şoreşa rizgarî, nîştimanî ya Kurdistanî ya bi pêşengtiya jin û ciwanan şoreşeke ku bi xwe rêya berxwedan û têkoşînê ya ber bi azadiyê ve hilbijart ku nûnertiya vîna gelên azadîxwaz li herêmê û cîhanê bike."

Ebû Bekir diyar kir ku ruxmî komployên li dijî PKK′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, tevgera rizgariya Kurdistanê li ser serdem û îsrara xwe ya berxwdanê û dayîna fedakariyan hera roja îro ma.

Li ser fikra neteweya demokratîk Ebû Bekir wiha got: "Êşên gelên cîhanê ji şeran heta roja îro dikişînin û tiştê li Filistînê rû dide, ji ber fikra dewletê ne. Pêşniyar û fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane li pêş gelên cîhanê ye ku ji van krîzan rizgar bin."

Dûre koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi tilîliyên dayikan û diruşmên ′Berxwedan jiyan e′ bi dawî bû.

Li gorî bernameya şahiyan, dê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên mezin bi boneya salvegera damezrandina PKK′ê werin lidarxistin.

(fr)

ANHA