Şerê li Xezayê: Êrişên Îsraîlê, tedbîrên Misirê, hişyariyên rojavayiyan

Îsraîl amadekariyên êrişeke berfireh li dijî bajarê Refehê dike. Misirê jî ji ber îhtîmala rûdana pêleke koçberiyê tedbîr girtine. Her wiha rayedarên rojavayî têkildarî rûdana karesatan hişyariyan didin.

Şerê li Xezayê: Êrişên Îsraîlê, tedbîrên Misirê, hişyariyên rojavayiyan
10 sibat, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 4 meh e şerê Îsraîl û Hemasê dewam dike. Bajarê Refehê yê nêzî sînorê Misirê zêdetirî milyonek kesên ji ber şerê li Xezayê koçber bûne dihewîne.

Îsraîl amadekariyan dike ku zêdetirî milyonek filistîniyan ji Refehê ya li başûrê Xezayê derxe da ku êrişeke bejahî li dijî Hemasê bide destpêkirin.

Berbanga îro şahidan da zanîn ku êriş li derdora Refehê hatine kirin.

Duh serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da artêşa xwe ku "plana derxistina sivîlan ji Refehê" amade bike. DYA û Neteweyên Yekbûyî ji ber êrişeke muhtemel a Îsraîlê li ser vî bajarî bi fikar in.

Nivîsgeha Netanyahu bi daxuyaniyekê ragihand: "Bêyî qedandina Hemasê û bi hiştina 4 tûgayên wê li Refehê, armancên vî şerî pêk nayên. Diyar e ku her çalakiyeke berfireh li Refehê valakirina herêman pêwîst dike.”

Çavkaniyan ji tora El Erebiye re got Misirê li ser sînor tedbîrên parastinê xurt kiriye.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Misirê jî ji Reutersê re got Misirê di du hefteyên derbasbûyî de, di çarçoveya rêzetedbîran de ji bo bihêzkirina ewlekariya sînorê xwe yê bi Xezayê re nêzîkî 40 tank û wesayîtên zirxî ber bi bakurê rojhilatê Sînayê ve şandine.

Berdevkê serokatiya Misirê Ehmed Fihmî jî ji tûra El Erebie re got, koçberkirina filistîniyan ber bi Misirê ve dê çênebe. Her wiha destnîşan kir ku deriyê sînor ê Refehê vekirî ye û êrişên Îsraîlê derbaskirina alîkariyan asteng dikin.

Serokatiya Filistînê jî duh plana Netanyahu ya der barê Refehê de bi tundî şermezar kir.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, fikara xwe ya têkildarî êrişa li ser Refehê anî ziman û hişyarî da ku êriş bibe sedema "kabûseke mirovî".

Komîserê giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) Philippe Lazzarini jî duh got "hesteke xemgîniyê" li Refehê heye, ji ber ku filistîniyên li bajar dorpêçkirî, êdî nizanin bi ku derê ve biçin.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku plana Îsraîlê ya êrişa li ser Refehê fikaran zêdetir dike û got: "Ev mijar dê karesatê bi xwe re bîne, rewşa mirovî ya ku ji niha ve karesat e, girantir bike û ziyanên gelek mezin di nava sivîlan de çêke."

(bb)