Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Dêrikê civînek li dar xist

Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Bajarê Dêrikê civînek ji mamosteyan re li dar xist. Di civînê de banga lêhûrbûna li ramanên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Dêrikê civînek li dar xist
Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Dêrikê civînek li dar xist
10 sibat, 2024   13:46
QAMIŞLO

Bi munasebeta salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Bajarê Dêrikê civînek ji mamosteyan re li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle bi amadebûna 148 mamosteyan, rêveberên dibistanan û nûnerên meclisa bajar hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongra Star Binefş Ebdo bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Revandina Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de mînaka herî zelal a komploya hêzên hegemonîk ên kapîtalîzmê ya li dijî îradeya gelan, şoreşên wan û ronakbîr û rêberên wan e."

Binefş Ebdo anî ziman ku hêzên hegemonîk tê gihaştin ku xeta Rêber Abdullah Ocalan dê rêya gelan ronî bike, lewre plana revandina wî çêkirin.

Binefş Ebdo cudahiya di navbera şoreşên berê û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan de anî ber hev û wiha pê de çû: "Şoreşa Rêber Abdullah Ocalan ji serhildan û şoreşên din ên Kurdan cuda ye. Serhildanên berê bi têkbirina rêveberên wan dihatin çewisandin, lê şoreşa Rêbertî bi girtina wî li Îmraliyê bi dawî nebû. Berevajî vê yekê têkoşîna Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên din e. Dijmin jî tê gihaşt ku bêyî Rêbertî çareserî tune ye."

Endama Kongra Star Binefş Ebdo ji bo avakirina nifşekî ku ji siyasetên pergala kapîtalîzmê hişyar be û li hemberî wê têkoşînê bike, bang li mamosteyan kir ku xwe di xwendina ramanên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA