Îranê li dijî DYA’yê pêşniyara piştgiriyê da Venezuelayê

Îranê di pirsgirêka li dijî Washingtonê de pêşniyara hevkariyê li Venezuelayê kir.

 Îranê li dijî DYA’yê pêşniyara piştgiriyê da Venezuelayê
21 kanûn, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê piştî peywendiya bi telefonê ya wezîrên karên derve yên her du welatan, ragihand ku Îranê li dijî çalakiyên DYA’yê yên ku weke “korsantî û terora navneteweyî” hate pênasekirin, piştgirî pêşkêş kir.

Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Yván Gil diyar kir ku di hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî de geşedanên dawî yên li Karîbîkan hatin nirxandin.

DYA’yê keştiyên petrolê yên Venezuelayê desteser kir û li herêmê xebatên leşkerî dimeşîne, Gil ev yek weke “gef û korsantî” pênase kir.

Îran yek ji mutefîkên herî girîng ê Serokê Dewletê Nicolas Maduro ye.

Rêveberiya Tehranê berê jî alîkariya sotemenî, xurek û dermanan dabû Venezuelayê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Îran li dijî polîtîkayên zordariyê yên DYA’yê, bi Venezuelayê re di nava piştevaniyê de ye.

Li aliyê din DYA’yê li Karîbîkan bi hinceta têkoşîna li dijî qeçaxçitiya tiryakê, gelek leşker sewq kiribûn.

Serokê DYA’yê Donald Trump di serê mehê de “dorpêça tam” li dijî Venezuelayê îlan kir û di vê çarçoveyê de du tankerên petrolê yên Venezuelayê hatibûn desteserkirin.

Mutefîkên din ên Venezuelayê Çîn û Rûsya jî li dijî liv û tevgera leşkerî ya DYA’yê, peyamên piştevaniyê dabûn rêveberiya Maduro.