‘Şerê Îran û DYA-Îsraîlê veguheriye şerekî piralî’

Çavdêran diyar kir ku şerê Îsraîl-DYA’yê yê li dijî Îranê êdî ne tenê şerekî leşkerî yê rasterast e, lê veguheriye pevçûneke piralî ku bandora wê digihêje avaniya pergalên siyasî, ewlehiya enerjiyê û hevsengiyên herêmî.

‘Şerê Îran û DYA-Îsraîlê veguheriye şerekî piralî’
19 adar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê pêşketinên şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê û bandorên wê yên bilez, hedefkirina rayedarên Tehranê, guhertinên ewlehî û aborî yên li Kendavê nirxandin.

‘KUŞTINA LARÎCANÎ BIRYARDANÊ LI ÎRANÊ ALOZ DIKE Û VEBIJÊRKÊN WÊ KÊM DIKE’

Ajansa Reutersê destnîşan kir ku kuştina siyasetmedarê navdar ê Îranê Elî Larîcanî ku yek ji kesayetên herî bibandor ên welêt bû, rejîma Îranê xistiye nav serdemeke nezelaliyê, biryardanê aloz dike û vebijêrkên Tehranê yên domandina şer kêm dike.

Li gorî heman ajansê, hedefkirina kesayetên sereke û rayedarên leşkerî û siyasî yên navdar arîşeyên kûr di avaniya rejîmê de aşkera dike ku bi ceribandineke giran re rû bi rû ye.

Ajansê destnîşan kir ku nebûna Larîcanî ku bi hêza xwe ya wergerandina pêşkeftinên leşkerî bo vebijêrkên siyasî tê nasîn, dikare mekanîzmayên biryardayînê hêdî bike û zehmetiyên hemahengiyê di nava saziyên dewletê de zêde bike. Li gorî rayedarên Îranê ku ji heman ajansê re axivîne, rejîm tevî hêza xwe ya kevneşopî ya vegirtina şokan, di peydakirina kesên xwedî pisporî mîna Larîcanî zehmetiyan dibîne, dibe ku ev yek jî bibe sedema tevliheviyê. Hate gotin li gorî şîrovekaran, dibe ku ev rewş Tehranê arasteyî pêşxistina rola saziyên ewlehiyê li ser hesabê nermbûna siyasî bike û tevî zehmetiyan jî pêşîniya rejîmê dê mayîna wê bimîne.

Rojnameya El Xelîc şer wek “kêliyeke girîng di dîroka herêmê de ku dikare şeklê siyasî, ewlehî û aborî yê Kendavê ji nû ve xêz bike” nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku welatên Kendavê xwedî pergalên parastinê yên pêşkeftî ne jî, lê êrişên ku li dijî wan têgeha "ewlehiya neqediyayî" aşkera dikin. Di heman demê de pirsên nû li ser asta girêdana bi parastina amerîkî re derxistin holê.

Rojnameyê bal kişand ser girtina Tengava Hurmuzê û bandorên wê li ser enerjiyê û wiha nivîsand: "Girtina Tengava Hurmuzê û astengiyên paşê yên dabînkirina enerjiyê mezinahiya xetereyên li aboriya herêmî û cîhanî nîşan dan. Ev yek dewletên Kendavê teşwîq dike ku stratejiyên xwe yên enerjî û parastinê ji nû ve binirxînin û dibe ku ber bi vebijêrkên serbixwetir ve.”

Rojnameyê diyar kir ku berdewama şer dibe ku rê li pêşbirkeke çekan a herêmî veke û bandoreke neyînî li ser veberhênanên cîhanî bike.

‘PÊŞBÎNIYÊN TARÎ YÊN LI SER ŞERÊ LI ÎRANÊ’

Russia Today (RT) cih da nirxandinên pisporê siyasî yê fînlandî Tomas Malinen ên têkildarî bandorên şerê Îranê. Tomas Malinen hişyarî da ku bandorên berfireh ên şer dibe di serî de aborî bin, ne tenê leşkerî.

Malinen destnîşan kir ku şiyanên leşkerî yên Îranê, nemaze zelalbûna êrişên wê yên bi mûşekan, gelek şîrovekar matmayî kirine. Her wiha diyar kir ku ji ber aloziyên der barê Tengava Hurmuzê de şer dikare dabînkirina enerjiyê tehdît bike.

Malinen îşaret pê kir ku berdewama şer dikare hevgirtina navxweyî li Îranê xurt bike, di heman demê de fikaran di nava Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de çêke. Her wiha hişyarî da ku "her zêdebûna din dikare bibe sedema senaryoyên xeternak, wekî berfirehbûneke bêhempa ya qada şer an bandora wê ya li ser aboriya cîhanê."

‘TEVGERA TEHRANÊ YA LI SER BINGEHA MEYLÊN BERFIREHBÛNÊ HIŞT ŞER BIGIHÊJE VÊ ASTÊ’

Rojnameya Al Ain News analîzek li ser polîtîkayên Îranê weşand. Li gorî analîzê; “tevgera herêmî ya Tehranê ku li ser bingeha meylên berfirehbûnê ye, hişt ku pevçûn bigihêje vê astê.”

Hate gotin, li gel rexneyên leşkerî û aborî û pirsgirêkên civakê, ew şer sistbûna di hundirê Îranê de nîşan dide. Her wiha îşaret pê kir ku berdewama vê tevgerê dibe ku welat ber bi qeyranên navxweyî û derve yên mezintir ve bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku hedefgirtina welatên derdorê ji guhertina hevsengiyên hêzan wêdetir rewşê aloztir dike û herêmê ber bi pêvajoyeke demdirêj a bêaramiyê ve dibe.

(bb)