Buhayên petrolê ji sedî 5 zêdetir bûn

Buhayên petrolê ji sedî 5 bilind bûn. Buhayê petrola Brent gihaşt 112 dolarî.

Buhayên petrolê ji sedî 5 zêdetir bûn
19 adar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gefên Îranê yên hedefkirina binesaziya petrol û gazê yên welatên Kendavê, buhayê petrolê bilind bûn. 

Buhayê petrola Brent ku wek pîvaneke hilberandina petrola cîhanê tê bikaranîn, ji sedî 5.1 zêde bû û bermîla wê gihaşt 112.84 dolarî.

Di heman demê de, di bazirganiya Asyayê de buhayê petrola xam a West Texas Intermediate ji sedî 2.5 zêde bû û gihaşt 98.69 dolarî.

Îranê gef xwaribû ku wekî bersiv li hemberî êrişên Îsraîl û DYA’yê, dê binesaziya petrol û gazê yên Kendavê bike armanc.

(bb)