‘Divê Îran demildest êrişên xwe bisekinîne’

Bi tevlîbûna wezîrên derve yên 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, li paytexta Erebîstana Siudî civînek hat lidarxistin û têde êrişên Îranê yên li ser welatên herêmê hatin şermezarkirin.

‘Divê Îran demildest êrişên xwe bisekinîne’
19 adar, 2026   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor daxuyaniyek hevbeş a 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, duh li Riyada paytexta Erebistana Siudî bi tevlîbûna wezîrên derve yên; Azerbaycan, Behreyn, Misir, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Pakistan, Qeter, Erebistana Siudî, Suriye, Tirkiye û Îmaratê civînek hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku beşdarvanên civînê êrişên Îranê yên li ser baregeh û navendên dîplomasî, jêrxana aborî, deverên niştecihbûnê ya welatên herêmê wek êrişên dijminane binav kirine û gotine ku ti hincetek ji van êrişan re nîne.

Her wiha hatiye diyarkirin ku beşdarvanên civînê dane zanîn ku mafê dewletên herêmê heye ku li gor madeya 51 a lihevkirina Neteweyên Yekbûyî parastinê li welatê xwe bikin.

Her wiha hatiye gotin ku beşdarvanên civînê daxwaz ji Îranê kirine ku demildest êriş û dijminkariya xwe bisekinîne û rêzê li yasayên navdewletî bigre û ji bo çareseriya qeyranan serî li dîplomasiyê bigre.