Serdana El Şeybanî ji Rûsyayê re û rola Îsraîlê ya li herêmê rojevên ragihandina erebî ne

Moskov hewl dide bi rêya nêzîkbûna stratejîk bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re serweriya xwe xurt bike, Îsraîl jî, piştî bûyerên 7ˋê Cotmehê hewl dide rola xwe ya herêmî ji nû ve ava bike. Li aliyekî din jî di navbera Çîn û YEˊyê de nakokî zêde dibin.

Serdana El Şeybanî ji Rûsyayê re û rola Îsraîlê ya li herêmê rojevên ragihandina erebî ne
1 tebax, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina erebî vê sibehê di mijarên xwe de behsa hewldanên Moskovê yên parastina serweriya xwe li Sûriyeyê, veguherîna mezin di rola herêmî ya Îsraîlê de û rewşa têkiliyên di navbera Yekitiya Ewropayê (YE) û Çînê de kir.

‘ŞAM RÊYA XWE BI MOSKOVÊ DIXE’

Ajansa ‘Rûsya Today’ bal kişand ser serdana Esed El Şeybanî ji Moskovê re. Li gorî şîrovekaran, serdana wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî ji bo Moskovê temsîla destpêka pêvajoyeke nû ya têkiliyên her du welatan kir. Di serdanê de xwesteka her du aliyan a hevkariyê derket pêş. Rûsyayê jî diyar kir ku ew piştigiriyê dide hikumeta veguhêz û hewl dide roleke hevseng a herêmî di rûbirûbûna rageşiya Îsraîlê de bilîze.

Şîrovekaran destnîşan kir ku xwesteke veşartî ya Şamê ji Moskovê hebû ku li hember îstîsmarkirina Îsraîlê ji doza pêkhateyan re, nexasim jî Durziyan, derkeve. Li kêleka wê jî şîrovekaran ev serdan bi rêveçûna dan û standina Sûriye-Îsraîlê ve girê da ku dibe Rûsya rola navbeynkar bilîze.

Şîrovekaran diyar kir ku serdana ji bo Moskovê nîşan dide ku Şam bawer e ku Rûsya beşeke çareseriyê ye û dibe ku berjewendiyên her du aliyan hevbendiyeke stratejîk a demdirêj ava bike.

‘GELO ÎSRAÎL POLÎSÊ NÛ YÊ HERÊMÊ YE?’

Rojnameya Şerq El Ewset bi vê sernavê "Gelo Îsraîl polîsê nû yê herêmê ye?" behsa veguherîna mezin a rola herêmî ya Îsraîlê ya piştî êrişên 7ˊê Cotmehê kir û destnîşan kir ku Îsraîl êdî ne di cihê xwe yê parastina klasîk de ye, lê îro hewl dide roleke êrişkirinê ya aktîf di jinûveavakirina dîmeneke jeosiyasî di Rojhilata Navîn de bilîze.

Di rapora rojnameyê de hat diyarkirin ku hilweşîna hêzên klasîk ku gefên yekser li Îsraîlê dixwarin wek pergala Sedam Hisên û Beşar Esed û qelsbûna serweriya Îranê ya ji ber derbeyên dawîn ên Îsraîlê li dijî şiyanên wê yên li Sûriye û Lubnanê firseteke dîrokî li pêş Îsraîlê vekir ku ji nû ve stratejiya xwe pênase bike. Lê ne wek dewletekê hewl dide sînorê xwe biparêze, lê wek hêzeke aktîf a bingehîn û ewlehî li herêmê.

Raporê bi bîr xist ku li pêş Îsraîlê du îhtîmalên sereke hene; yan xwe weke hêmaneke îstîqrarê ava bike yan jî bi dewletên Ereb re tev li têkiliyên aştiyê bibe û dibe ku ev bi xwe re salên şer û boykotkirinê bi dawî bike. Yan jî Îsraîlê hewl bide hegemoniya xwe ya herêmî ferz bike û di wê yekê de sûdê ji xurtbûna xwe ya leşkerî û jevxistina erebî wergire.

‘ÇÎN Û EWROPA, NAKOKÎ Û ŞANS’

Rojnameya El Xelîc der barê têkiliyên di navbera Çîn û YEˊyê de ku têkiliya li ser bingeha "hevkariya pêwîst e" nivîsek parve kir.

Rapor li ser lûtkeya Çîn-YEˊyê ya li Pekînê di 2025ˊan de, bi boneya derbasbûna 50 salan a avakirina têkiliyên di navbera her du aliyan de hatiye lidarxistin, nîqaş dike.

Rojname têkiliya aborî ya nehevseng a di navbera her du aliyan de pêşkêş kir û diyar kir ku YEˊyê Çînê weke "hevrikekî sîstematîk" dibîne, lê di heman demê de di aliyê bazirganiyê de xwe dispêre wê. Di 2024ˋan de hinardeyên YEˊyê ji bo Çînê gihaştin nêzî 213 milyar euro, lê YEˊyê nêzî 517 milyar euro hawirde jê kir. Bi wê re qelsbûyîneke bazirganî ya mezin çêbû. Yên herî zirar dîtine Almanya, Fransa û Hollanda ne û ev yên berhemên xwe hinardeyî Çînê dikin.

Der barê nakokiyên siyasî û stratejîk de rojnameyê destnîşan kir ku Ewropa têkildarî têkiliyên Çîn-Rûsyayê bi taybet jî piştgiriya Pekînê ya neyekser ji Moskovê re di şerê li dijî Ukraynayê de, bi fikar e. Li aliyekî din jî metirsiyên Ewropayê li ser nakokiyên bazirganiyê yên zêde û stratejiya Çînê ya pîşesaziyê hene. 

(fr)