26 kes li Ukraynayê hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên vê sibehê yên li dijî Kîevê de 26 kes hatin kuştin, 159 kes jî birîndar bûn.

26 kes li Ukraynayê hatin kuştin
1 tebax, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê ragihand ku di encama êrişên Rûsyayê yên vê sibehê yên li dijî Kîevê de, 3 ji wan zarok, bi giştî 26 kes hatine kuştin û 159 kes birîndar bûne.

Wezaretê li ser Telegramê diyar kir: "Şeva din û vê sibehê tîmên rizgariyê 10 cenaze ji bin kavilên avahiyên li herêma Svyatoshinsky derxistine, di nava wan de cenazeyê zarokekî 2 sal derbas nekiriye heye.”

Li gorî serokê Rêveberiya Leşkerî ya Xwecih Ivan Fedorov ku li ser Telegrama xwe parve kiriye, şeva berê careke din Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir, kesekî 63 salî ji ber êrişa li dijî avahiyekê li bajarokê Veselyanka yê herêma Zaporizhia jiyana xwe ji dest da.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky "dîmena nû" ya qetilkirinê ku Moskovê pêk aniye şermezar kir û banga "guhertina rejîma" li Rûsyayê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî êrişên Rûsyayê wek "kirêt" bi nav kirin û niyeta xwe ya ferzkirina cezayên nû li ser Rûsyayê anî ziman.

(fr)