Serayên sebzeyan çandiniyê zindî dihêlin

Cotkar di van salên dawiyê de ji bo çandiniyê serayên sebzeyan bi kar tînin. Ev yek dihêle ku çandinî geş bibe.

10 tîrmeh, 2026   07:51
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê biçûk e lê berhemdêr e. Çemê Qereça ji bakur heyanî başûr di gund re derbas dibe, li gund girekî kevnar ê dîrokî heye û xaniyên wan ji axê ne. Ev gund li herêma Sinceqê ya herî dewlemend e û av lê heye. 

Şêniyên gund genim û pembo diçînin û sewalan xwedî dikin. Piştî ku sebze û madeyên xwarinê biha bûn, gelek cotkaran serayên sebzeyan çêdikin.

Dara Yûsif ji gundê Til Şeîr e û seraya wî ya sebze heye. Dara ji ajansa me re axivî û got: “Gelek serayên me yên sebze hene. Berê me tenê xiyar diçandin, em niha hemû sebzeyan diçînin. Me şitil ji Şedadê anîn û çandin. Rêjeya berhemê rojane tê guhertin, îro me 24 sindoqên bacanên sor kom kirin, berî niha carinan me 7-8 sindoq kom dikirin.”

Yûsif anî ziman ku ew her sal meha Sibatê dest bi amadekariyan dikin û şitilan diçînin. Meha Adarê jî şitilan li serayan diçînin. Ev sera sebze ji qeşayê diparêzin û sebze di serayan de zû derdikevin.

Yûsif berî 20 salan dest bi çêkirina serayên sebza kiriye û piştre şêniyên gund fêr kirine. Her wiha got ew 2-3 rojan carekê sebze kom dikin û dibin bazarê difiroşin.

Dara di dawiya axaftina xwe de got: “Bihabûna mazotê gelekî bandorê li karê me dike. Ji bo çandin û veguhastinê pêdiviya me bi mazotê çêdibe. Em bang li aliyên têkildar dikin ku ji bo mazotê bi me re bibin alîkar.”

(np)

ANHA