Ji Girkê Legê peyama ‘azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê ye’

Endamên partî û meclisan li bajarê Girkê Legê da zanîn ku berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibe asteng li pêşiya xebatên aştiyê.

Ji Girkê Legê peyama ‘azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê ye’
10 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID-ROHAT XELEF

Bertekên gel ên li dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwazên ji bo azadiya wî ya fîzîkî didomin. Der barê mijarê de ajansa me nerînên endamên partiyan û Meclisa Malbatên Şehîdan ên li bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê girtin. 

Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Idrîs Mele Şerîf diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan “tecrîda li ser gelê Kurd e”, armanca tecrîdê jî derketina li hemberî îradeya gelê Kurd e.

Idrîs Mele Şerîf destnîşan kir ku 27 sal di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, ew banga aştî, diyalogê û çareserkirina dozan bi rêya dan û standinê û jiyana hevbeş, dûrî tundî û şer dike.

Mele Şerîf da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya kilîta aştiyê li herêmê dike, di hemû hevdîtinên xwe de girêdana xwe ya çareseriya bi awayê aşityane da nîşan dan. Ji ber ku çareserî bi diyalogê pêkan dibe, ji dewleta Tirk jî daxwaz dike ku vê derfetê ji dest xwe nebe.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Umer jî destnîşan kir ku dewleta Tirk derbarê serbestberdanan Rêber Abdullah Ocalan de hincetên cuda datîne. Dewleta Tirk ji bo serketina pêvajoya aştiyê jî ti gav neavêtine.

Fatma Umer da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina dozan bi rêya diyalogê û aştiyê di tevgerê de ye. Ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Mihemed Şerîf berdewamkirina tecrîdê şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo belavkirina aştiyê li herêmê gelek caran bang kiriye, lê dewleta Tirk van bangan paşguh dike.

Hêvîn Mihemed Şerîf di dawiya axaftina xwe de daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

(sb)

ANHA