Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne

Viyan Mihemed a 15 salî goşeyeke biçûk a mala xwe veguherandiye kargeheke hunerî. Dixwaze behreya xwe mezin bike û xewna xwe ya ku bibe hunermendeke naskirî pêk bîne.

Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
Dixwaze di cîhana hunerê de geşbûna behreya xwe bibîne
10 tîrmeh, 2026   06:40
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Viyan Hesen Mihemed a 15 salî, goşeyeke biçûk a mala xwe ya li bajarê Hesekê veguherandiye cîhaneke taybet. Ew goşe kiriye cihê xêzkirina xewnên xwe yên mezin ên ku ji destpêka zaroktiya xwe ve daye avakirin. 

Viyan dibistana navîn qedand, niha amadekariyên derbasbûna dibistana amadehiyê dike. Lê rêwîtiya wê ya bi hunerê re beriya niha bi 2 salan dema 13 salî bû, dest pê kiriye.

Viyanê diyar kir ku tişta ku ew herî zêde jê hez dike, hunera portreyan e, rûyê mirovan li gel wê ne tenê xuyang in, di rûyê mirovan de çîrok, hest û tecrube hene û got: “Ez ne tenê rûyê mirovan dineqişînim, lê ez hest û çîrokên li pey rûyê wan jî dineqişînim.”

Viyanê wekî ku naskirina hunermendên bi navê Vincent van Gogh û Pablo Picasso û hwd hişt ku ew nêzî behreya xwe bibe, dixwaze bibe hunermendeke navdar û xelkê fêrî hunera resmê bike. Her wiha tevî ku dizane astengî, nebûna piştgiriya manewî û madî heye jî, ew dixwaze rojekê ji rojan pêşangehekê taybet bi huner xwe veke.

Viyanê destnîşan kir ku çi qasî astengî hebin jî ew ê behreya xwe mezin bike û heta dawiyê di rêya xwe ya hunerê de be. Peyama wê ji bo behremendan jî ew e ku behreya xwe xurt bikin û got: “Behre sebr û xebateke domdar dixwaze.”

Viyan beşdarî pêşangeheke hunerî ya dibistana xwe bûye, li pêşangehê li kêleka xebatên hunerî yên dîtir, tabloyên xwe pêşan dane.

Têkildarî rola malbatê, Viyanê da zanîn ku malbata wê ji destpêkê de ji bo wê palpişta herî mezin e, behreya wê bi piştgiriya malbatê hatiye pêşxistin û ew spasiya xwişka xwe ya mezin û birayê xwe dike.

Di dawiya axaftina xwe de Viyanê ji aliyên peywendîdar xwest piştgiriyê bidin behreyên ciwanan.

(sb)

ANHA