Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Mehmûd Derwêş

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Derwêş re xwest. Şêniyan diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û rêya şehîdan bişopînin.

26 ÇILE, 2024   13:43
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Derwêş re xwest ku di 24`ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Girdêwan de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li taxa Meyselûn ya Qamişloyê hate vedan. Şêniyan û endamên saziyan serdana konê sersaxiyê kir.

Di sersaxiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn di serî de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest, piştre bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Dijminê gelê azadîxwaz dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan êrişî me dike, dixwaze xwe li ser tunebûna gelan bide avakirin. Me ji destpêka şoreşa Rojava ve bi hezaran şehîd dane. Niha jî dewleta Tirk a dagirker çi qas erişan bîne ser me jî, em ê li ber xwe bidin û serî jê re natewînin.”

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayên tevgera azadiyê bi bin dikeve, ji ber wê lawaz dimîne û êrişî Rojava û gelê wê dike. Lê hazirbûna gel di bin konê sersaxiyê de bersivek e ji bo dijmin.”

Nezîr Sofî wiha lê zêde kir: “Ji bo bidestxistina azadiyê, berdêlên giran têne xwestin, ji bo vê em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin û em ê her şopdarên xeta wan bin.”

(lî)

ANHA