Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Şerayê çêkir

Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya Efrînê çêkir.

Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Şerayê çêkir
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Şerayê çêkir
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke din li Şerayê çêkir
26 ÇILE, 2024   14:48
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya bajarê Efrînê yê dagirkirî didomîne. 

Dewleta Tirk bi koordîneya rêxistina AFAD a Tirk û qaşo meclisa xwecih a Şerayê mêtingeheke din bi navê ‘Gundê Selam’ vekir. Mêtingeh ji 315 yekîneyan pêk tê û li daristana Qitmê ya navçeya Şerayê hatiye çêkirin.

Heta niha dewleta Tirk a dagirker bi koordîneya rêxistinên tirkî, kiwêtî, filistînî û qeterî 38 mêtingeh li Efrînê çêkirine.

(şx)

ANHA