Şêniyên Îdlibê li hemberî dagirkeriya Tirk rabûn

Li hemberî veguhastina xaniyên sivîlan ji bo baregehên leşkerî, bi dehan şêniyên Cebel El Zawiyê yê Idlibê, li pêşiya xala leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a gundê Ferkiya çalakiya protestoyê li dar xist.

Şêniyên Îdlibê li hemberî dagirkeriya Tirk rabûn
5 îlon, 2025   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Cebel El Zawiyê ya gundewarê Îdlibê çalakiya protestoyê li pêşiya xala artêşa Tirk a dagirker li gundê Ferkiya yê başûrê Îdlibê li dar xist. Şêniyan veguhastina xaniyên sivîlan ji bo baregehên leşkerî şermezar kir û daxwaza derketina hêzên artêşa Tirk a dagirker ji xaniyên wan kir.

Ev demek e li heman herêmê xwepêşandan û çalakiyên prorestoyê li dijî bikaranîna xaniyên welatiyan wekî baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker tên lidarxistin.

(mh)